• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Zekerîya Yapicioglu: Civaka ku ciwanîya wê ne di selametîyê de be pêşeroja wê di tarîtîyê da ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çarçoveya bernameyên “Şahîyên Biharê” yên ku ji teref Şaxê Ciwanîyê HUDA PAR yê Enqereyê ve tên tertîpkirin de, zekerîya Yapicioglu jî di bernameya ku li Parqa Dîyari Harîkalara Sîncanê de hat tertîpkirin de axivî û ji pirsên ciwanan re bersiv da.

Ji bernameyê re Şehzade Demîrê Serkreterê Giştî yê HUDA PARê, Huseyîn Îmîrê Serokê Polîtîkayên Ciwanîyê yê HUDA PARê, Ahmet Karaarslanê Serokê Bajêrê Enqereyê, Hamdullah Erê Serokê Şaxê Ciwanîyê, Ahmet Yoldaşê Serokê Şaxê Ciwanîyê yê Enqereyê, teşkîlatên Enqere û navçeyên Enqereyê jî beşdar bûn.

Yapicioglu di dawîya bernameyê de axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew bi eleqederbûna ciwanan yên ji meseleyên welatê re gelek memnûn bûye û li axavtina we weha zêde kir, “Bernameyên bi navê ‘Şahîyên Biharê’ ku ji teref Serokê Alîkarîya Giştîyê Mesulê Ji Ciwanîyê û Şaxên Ciwanîyê yê HUDA PARê ve di meha Gulanê de tên tertîpkirin hene. Îro jî li Enqereyê hebû. Em li vê derê bi ciwanan re hatin cem hev; me pirsên wan gohdar kir û bersivan da. Înşaallah ev bernameyan bibe wesîleya xêrê û li çar alîyê welat bibe wesîleya şîyarbûna ciwanîyê. Civaka ku ciwanîya wê ne di selametîyê de be pêşeroja wê di tarîtîyê da ye. Bi bîzna Xwedê em jî di nav micadeleya ku wan ciwanan bila haya wan ji van talûkeyan hebin, bila li hember van talûkeyan tedbîrên xwe bigrin û ciwanên dinê jî li hember van talûkeyan biparêzin de ne. Bi îzna Xwedê ew ê van bernameyan berdewam bikin. Ji bona hemû kesên civakê xebatên me heye lê em bawerin ku xebatên li ser ciwanan gerek bi dîqet û bi mezinahî bên tertîpkirin. Lazim e ku hemû kes tiştên ku ji destê wan tê bila mesulîyetên xwe bi cih bînin.”

“Eleqederbûna ciwanên me bi meseleyên memleket re me gelek kêfxweş kir”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ciwan ji wî re li ser çareserîya HUDA PARê ku derheqê meseleyên memleketê de ne pirsan kirine û di dawîya axavtina xwe de weha got, “Bi taybetî pirsên ciwanan derheqê polîtîkayên perwerdehî de hebûn û hinek jî derheqê îqtîsadîyê de hebûn. Ji vê pê ve neyartîyek û nijdaperistîyek li ser miltecî an jî pênaber, li gorî ku em dibêjin ‘mihaciran’ tê kirin. Derheqê vana de jî pirs hebûn. Me eleqederbûna ciwanan bi meseleyên welat re  dît û ev tişt jî me gelek kêfxweş kir. Nêzê 10 mehane ku em li çar alîyê welat digerin. Me li vê derê pirsên cuda bihîst. Ev tişt jî me gelek kêfxweş kir. Ciwanên me bi memleket re û bi pirsgirêkên memleket re eleqeder in; me jî qasî ku wexta me hebû bersiva pirsên wan da. Înşaallah ew ê van bernameyan bibe wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir