• DOLAR 32.6
  • EURO 34.776
  • ALTIN 2520.753
  • ...
Komeleya Sehabîyan (Sahabe-Der) ew ê fetha Amedê pîroz bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser fetihkirina Amedê ya ku ji teref Artêşa Îslamê ya ku 8 hezar leşker tê de bûn û di tarîxa 27 Gulanê a sala 639an de hatibû fetihkirin ve 383 sal derbas bûn.

Bi minasebeta 1383yemîn salvegera fetihkirina Amedê ya ku ji teref artêşa Îslamê ve hatîye fetihkirin ji teref Komeleya Sehabîyan ve ew ê di roja 20ê Gulanê Yekşemê de li Mizgefta Hezretî Silêman yê ku li navçeya Surê ye di seat 17.0an de bernameyek bê tertîpkirin.

Mehmet Şerîf Kaçanê Alîkarê Serokê Komeleya Sehabîyan (Sahabe-Der) derheqê bernameyê de axivî û di axavtina xwe de weha got, “Em Fetihkirina 1383yemîn salvegera fetihkirina Amedê îdreq dikin. Wek ku hûn jî zanin ku bajarê me di dema Hezretî Omer de, ji teref artêşa Îslamê ya ku hezar heb sehabî tê de bûn ve hat fetihkirin. Çaxa tarîtîyê hat girtin ronîtîya Îslam û Quranê hat naskirin. Em jî bi navê Komeleya Sehabîyan ji bona ku bajarê me di nav wê ronîtîya ku Îslam û Quran anîtîye de bibîne û ciwanên me jî di nav vê xirabîya ku tê de ne de xelas bibin û ji nesla dê re jî wê ronîtîyê bihêlin û bikin bi bîr anîn her sal bernameyên ewakî tertîp dikin. Eger ku Xwedê Teala ji me re bike nisîb em ê vê yekşema hatî li Mizgefta Hezretî Silêman di seat 17.00an de salvegera bernameyê tertîp bikin. Em bi vê minasebetê hemû xelqê Dîyarbekir bi ciwan-îxtîyar, bi mêr-pîrek û zarok de’wetê vê bernameyê dikin û em ê li cihê bernameyê bêvîya wan bisekinin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir