• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dr. Abdulqadîr Turan: Îslam hereketeke ciwanîyêye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bername ji teref Hafiz Muhammed Aytîmur ve bi xwendina Quranê dest pê kir. Dû re li ser navê “Medenîyetê” danîşana sînevîzyonê û bi axavtina Dr. Abdulqadîr Turan berdewam kir. Bername bi kirina duayê dawî bû.

Dr. Abdulqadîr Turan di axavtina xwe de îfade kir ku fêhmkirina dîroka Îslamê bi hiştêna ciwanan an li ber çavannegirtinê nayê fêhmkirin, Îslam di esasê xwe de hereketek e ciwanî ye.

Abdulqadir Turan di axavtina xwe de destnîşan kir ku piştî hatina Îslamê 13 sal paşê jî yekê ku bi rîyê spîye Hz. Ebu bekîr e, pêxemberê me silat û selam li ser wî be daîma ji ciwanan re walîtîyê, direfşgirê û wezîfeyên wek vana daye û ji warisên ku piştî wî werin re jî ev tiştê mîsal nîşan daye.

“Heta ku cihê cîwanîyê yê di Îslamê de neyê terîfkirin mirov nikare qala Îslamê bike”

Turan di axavtina xwe de ragihand ku mirov dema ku qala Îslamê bike û di axavtina xwe de qala ciwanan neke di qalkirina Îslamê de ew ê kêm bimîne û weha li axavtina xwe zêde kir, “Mefhûma ku qala Îslamê bike wê herî mefhûma baş mefhûma ‘bitûnî’ye. Îslam yek e, bi bitûnî yek e. Mirov bitûnîyê heta ku vê yekîtîyê fêhm neke derheqê Îslamê de nikare gotinek bibêje, gerek nebêje jî. Îslam di roja ‘ewil de wekî ku hereketek e ciwanîyê ye û bi rastî jî di qalkirina Îslamê de qala cihê ciwanan neyê kirin û bi îhmalkirina ciwanan, qîmetên ku Îslam ji însanîyetê re anîtîye nayê fêhmkirin û bi rastî jî qehremanên Îslamê naynê naskirin. Dema ku pêxemberê me rehmet kir ala dawî dabû Usame Bîn Zeyd. Usame 19 salî bû. Piştî rehmetkirina pêxemberê me Hz. Ebubekir xelîfe bû û wê alê çû li ber derê Usame Bîn Zeyd danî. Di li vê derê de rewşeke bi nîşaneyî heye ku ew jî ev e ku dawîya dayîna alê yê ku pêxemberê me daye û dayîna ‘Ewil yê ku Hz. Ebubekir daye ciwanek e. Ev tişt, berdewamîyê û daîmîyê îfade dike. Wek ku pêxemberê me ji waris û xelîfeyên xwe re ciwanîyê wesîyet kirîye.”

Turan axavtina xwe weha domand, “Muaz Bîn Cebelê ku pêxemberê me wî bi qadîtîyê dişîne Yemenê ‘emrê wî li ser 21ê nebû. Dema ku bi qadîtî çû welateke mezin hê miroveke ciwan bû. Dîsa Pêxemberê me silat û selam li ser wî be dema ku Mekkeyê feth kir Attab Bîn Esîd bi walîtî tayîn kir û ‘emrê wî jî 20 salî bû, tu ji bajarekî yê ku di wî bajarê de Kebe heye re yekî 20 salî tayîn dikî. Berîya Îslamîyetê kamilbûna mirovan bi tecrûbeyên wan dihat eleqekirin. Dema ku bi tecrûbeyê re dihat eleqederkirin ‘emrê wê yê rast lazim dikir. Kesek dema ku bibûna şêx lazim bû ku ‘emrekî derbas bikirana. Resulê Ekrem silat û selam li ser wî be ciwanîyê bi ilmê dida pesartin. Ez bi şexsê xwe merak dikirim, yanê, ‘çi dibû ku ew qas siltanên ciwan hebûye?’ Mîsal di Îslamê de kesê ku serê ‘ewil nasnava siltanîyê girtîye Mehmûdê Xezneyî ye. Mehmûdê Xezneyî yê fatihê Hîndîstanê dema ku dibe siltan hê 17 salî ye. Dema ku ji bona em sebeba wê binhêrin ji ber vê em gerek eslê vê meseleyê binhêrin ku wê çaxê jî em dibînin ku di civaka Îslamê de ciwanên ku werin ‘emrê 13-14 salî êdî wek şêwirmendekî ye.”

“Dema ku hatin dawîya sedsala 19emîn piranîya me biaqil nebûn, em bûn aqlî”

Turan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku qeleya Îslamê ciwan û pîrek in dû re li axavtina xwe weha zêde kir, “Dema ku hat daxwazkirin ku Quran bê komkirin wezîfeya seroktîya komîsyonê ji Zeyd Bîn Sabît re hat dayîn û wezîfeya parastina mishefê jî ji Hz. Hafsa re tê dayîn. Wezîfeya komkirina quranê bi ciwanekî re û parastina quranê jî bi pîrekek re ye. Hûn bawer bikin ev tişt wek xulasaya dîroka Îslamê ye. Dema ku hûn dîroka Îslamê bixweyînin qeleya herî saxlem ya Îslamê ciwan û pîrek in. Misilman miroveke hevkêş e, gelo ciwanan, wan kesan eqlê me li hember dilê me dan herbkirinê û operasyonek îmhekirina dilê me dan destpêkirin. Dema ku hatin dawîya sedsala 19emîn piranîyê me biaqil nebûn em bûn aqlî. Binhêrin em nebûn biaqil, em bûn aqlî.”

Turan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Pirsgirêkeke dinê jî nijadperistîye. We nijadperistîyê belavbûna ummetê fêhm kir, heçku ji bona nijadekî gelek destan, mît û meselok hatine lihevanîn, bi zîhnî jî me ji Quran û sinnetê qetandin. Dawîya wê kesê ku bi nijadî biçe înkarkirina Quranê ye. Zewkperîzm, ji cihê îbadetê re kêf hat danîn. Îslam nabêje zewqên xwe terk bikin. Dû re sosyalîzm derket, lîberalîzm derket ev tiştan îdeolojîne û em bi rehetî li hember van îdeolojîyan sekinîn gelî ciwano. Lê belê niha îdeolojîyan mirin, sosyalîzm mir, lîberalîzm mir di destê wan de hew zewkperîzm tenê ma. Nijadperistîyê jî kirin nav vê tiştê. ‘Tu li kêfa xwe binhêre, bi nijadîyê xwe biewiqîne û bi ebedî ji bona ku tu bighêjî sevîyeya medenîyeta muasir bixebite.’ Yanî bira ew daîma li jorê bimînin tu jî daîma di paş de bireve.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir