• DOLAR 32.512
  • EURO 34.94
  • ALTIN 2430.764
  • ...
1228 Filitînîyên ku di nav wan de pîrek û zarok jî hene hatin esîrgirtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Karên Esîr ya Filistînê ve hatîye belavkirin hat destnîşankirin ku di meha Nîsanê ya ku Remezan tê de hat îdreqkirin de 1228 Filistînî hatin esîrgirtin, ev hêjmar ji serê salê heta niha hêjmara ku herî zêde ye.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku piranîyê wan esîran ji Qudsa ku di bin îşxalê da ye de hatîye girtin û di nav esîran de birîndarên ku ji teref leşkerên rejima îşxalker ve hatine birîndarkirin jî hene.

Hat destnîşankirin ku derheqê 154 esîran de jî qerara “girtina îdarî” hatîye dayîn.

Rejima sîyonîst, di bin navê “girtina îdarî” de dikare wan esîran bi beheneya îstîhbaratê 6 meh esîr bigre. Dema ku derheqê wê esîrê de qirara “ji bona ewlehîya îsraîlê talukeyê nîşan dide” bê dayîn dadgêra leşkerîyê dikare heta 5 salan wê girtinê dirêj bike.

Li gorî kehnîyên Filistînê, di girtîgehên rejima îşxalker a sîyonîst de 4 hezar û 500 Filistînî hene. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir