• DOLAR 32.382
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2326.17
  • ...
Li Efxenîstanê ji şebekeya ceryanê re sabotaj
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mesele li herêma Kadamgaha li navçeya Hulma wîlayeta Samanganê pêk hat.

Li gorî Bahtar a ajanasa xeberê ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, li wîlayeta Samanganê 3 dîregên xeta ceryanê ji teref kesên ku nasnavên wan nayên zanîn ve hat teqandin.

Hat destnîşankirin xetên ku hatine teqandin wezîfeya belavkirina ceryana ku ji alîyê Ozbekîstanê dihat welatê dikirin û di encama xebatan de di demeke kin de wan xetan ji nû ve hatin çêkirin.

Ji bo wan kesên ku sabotajê kirine bên qefaltin xebat hat destpêkirin.

Hefteya borî jî li wîlayeta Parwanê 2 dîrekên xeta ceryanê ji teref hinek kesan ve hatibûn teqandin, ji ber vê yekê ceryana Kabîl û 8 wîlayetên dinê hatibûn qutkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir