• DOLAR 32.332
  • EURO 35.055
  • ALTIN 2285.011
  • ...
Komela Evîndarên Pêxember ya Bûrsayê di seyranê de hatin cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komela Evîndarên Pêxember, li Gola Îznîkê ji endam û dildarên xwe re seyranek tertîp kir.

Di bernameyê de leyîstikên fitbol, voleybol, tenîsa maseyê û pêşbirkên zandarî hat tertîpkirin, îlahî hatin xwendin û bi cemaatî nimêj hat kirin.

“Êdî lazim e ku em xuyanek ku Xwedê Teala daxwaz dike bidin nîşandan”

Abdulkadîr Urunê ji rayedarên komeleyê ji civanen re xîtab kir û weha axivî, “Dema ku me got em Misilmanin lazim e ku em xwe vegerînin û qerareke gelek ciddî bigrin. Dema ku eshab Misilman bû pê ve vegerandineke bi ciddî çêbûye. Pêxemberê me selat û selam li ser al, eshab û li wî be weha dibêje, ‘Misilman ew kese ku ji destê wê û ji zimanê wê tu zirarek nayê’. Dema ku Misilman bibin tîpa me taybetîya me gerek wek ku pêxemberê me daxwaz dike bibe.”

Urun di dawîya axavtina xwe de weha got, “Êdî lazim e ku em xuyanek ku Xwedê Teala daxwaz dike bidin nîşandan. Dema ku em vê tiştê bikin lazim e ku wek bi îmana rastî û bi Misilmanî vegerin. Piştî kirina îmanê Misilman gerek çawa vegere û xisletên çawa hebe? Wan xisletan jî di sureya Mumînunê ayetên 10 yên ‘ewil de bi giştî tê gotin.”

Piştî axavtinê şîv hat xwarin û bername dawî bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir