• DOLAR 32.331
  • EURO 35.068
  • ALTIN 2296.439
  • ...
Zekerîya Yapicioglu: Civaka ku ciwanîya wê ne di selametîyê de be pêşeroja wê di tarîtîyê da ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bernameyê re temsîlkarên STKyan û Zekerîya Yapiciogluyê Serokê yê HUDA PARê beşdar bûn.

Yapicioglu ji bernameyê re bi tevî alîkarên serok Abdullah Aslan, Mehmet Eşîn, Mahmut Şahîn, Mahmut Îrtem û Îsa Guvendîkê Serokê Bajar yê Stenbolê beşdar bûn.

Yapicioglu di bernameyê de sipasîyan ji wan kesên ku bernameyê tertîp kirine kir û weha got, “Îro rojên Êlihê bû. Me jî ji bona ku hevbajarên xwe û birayên xwe zîyaret bikin; me da’wet kirin û me jî dibe ku alîkarîyek me bighêje danasîna Êlihê beşdarî bûn. Ew bernameyek ewakî tertîp kirine û me jî de’wet kirine, em jî hatin û beşdar bûn. Me firset dît ku hinek berhem û eserên Êlihê bidin naskirin, demeke dirêj bû ku me hinek hevalên xwe nedidît di vê bernameyê de me îmkan dît ku me hevdû dît. Ez ji wan kesên ku bernameyê tertîp kirine re sipasîyan dikim û bila ev bername bibe wesîleya xêrê.”

“Em ji bona ku wan cihên ku bêhna îfsadê li wê derê tê û ji ber ku wê bêhnê berteref bikin micadele dikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku hinek kesan û hinek mihraqan wan rojên muhîm ji bona îdeolojîya xwe û ji bona ku îfsadên xwe belav bikin, ji xwe re dikin firset û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Em jî ji bona ku li wê derê bêhna îfsadê tê û wê bêhnê berteref bikin micadele dikin. Elbet armanca me ne ji hunerê re nîşandayîna astengîyê nîne anjî asteng nîşandayîna ji fikra sîyasî ya ku wek me nafikire nîne. Lê ew projeya îfsadê ji ku derê tê bila bê; ji kîjan fikrê tê bila bê eger ku ew tişt ji civakê re zirarê dide ji bona ku ev tişt çênebe em bertekek nîşan didin. Hemd ji Xwedê re ku ev bertekên ke em didin di gelek deman de û ji teref gelek kesan ve hatine alîkarkirin û dema ku van bertekan jî mezin dibin ev tişt encaman jî dide û wan projeyên îfsadê bêencamî dibînin. Ez ji hemû xelqê re bang dikim, ez ji hemû milletê re bang dikim; eger ku hûn naxwazin neslên we yên sibê roj îfsad bibin nebêjin ji me re çi, nebêjin lazim ê me nîne, bêdeng nemînin, bertekên xwe nîşan bidin. Elbet em daxwaz dikin ku di vê nîşandayîna bertekan da ji rê dernekevin û di rêyên meşru de bertekên xwe nîşan bidin, ez bal li ser vê meseleyê dixwazim ku bikşînim, lê dema ku em bêdeng bimînin ew ê cihên me teng bikin û ew ê fikrên xwe û jîyanên xwe pozberê me bikin. Hetta dibe ku civakê mi tevahî îfsad bikin û dibe ku bibin sebeba helaka neslên me yên sibê rojê û bi tamamî rêya cihêrengbûnê vebikin. Bi îzna Xwedê em ê ji van tiştan re îzîn nedin.”

“Bi zanayî daxwaz dikin ku ciwanîyê ji rê derxin û wan bikin nav buhranê”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku projeyên îfsadê zêdetir li ser pîrek û ciwanan tê tertîpkirin, “Ew zanin ku di wan mirovên ku ‘emrên wan çûye de êdî fikr rûniştîye û di fikrên wan û exlaqên wan de nikarin cûdayîyê bikin lê ji bona ku ‘eqlên wan vala bikin, ji bona ku wan şaş bikin, ji bona ku hişên wan şêl bikin projeyên bi taybet tertîp dikin. Van projeyan carna di bin navê hunermendîyê de dikin lê di encamê de ew jî zanin ku çi dikin. Ew bi zanayî daxwaz dikin ku ciwanîyê ji rê derxin û wan bikin nav şêloyê. Çîmkî zanin ku; ciwanîya civakekê xira bibe ew ê civak jî xira bibe. Civaka ku ciwanîya wê ne di selametîyê de be pêşeroja wê di tarîtîyê da ye. Ew jî vê tiştê zanin ku ji ber vê yekê ciwanan dikin wek xwe an jî ji bona projeyên xwe yên îfsadê wan dişxulînin û dikin karker. Em jî ji ber vê yekê ji vê tiştê re bertek nîşan didin û ji bona ku vê tiştê bidin sekinandin dixebitin.”

“Ew ji bona ku hinek kesan bikin nav xewên kur û xewên xeflet dixebitin lê em ê jî civakê şîyar bikin”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de bal li ser kişand ku wan kesên bi taybetî giranîya projeyên xwe yên îfsadê li ser pîrekan didin plankirin, “Sebebeke wisa heye ku çima pîrekê ji xwe re dikin hedef; pîrek nîvê civakê ne û mamoste, murebbî û perwerdekara nîvê dinê ne jî. Eger dema ku pîrek li ser rêya ku ew daxwaz dikin bimeşin ew ê civak jî li ser wê rêyê bimeşe. Ev tişt jî vê gotinê Alîya Îzzetbegovîçê dide bîr anîn; ‘Herb di dema mirinê de nayê windakirin, dema ku bibî wek dijmin wê çaxê tu winda dikî.’ Ew daxwaz dikin ku me bikin wek xwe. Ew winda kirine ji ber ku tehma windakirinê nihêrtine dixwazin ku bila civakên dinê jî winda bikin lê ew ê bi îzna Xwedê nikaribin vê tiştê bikar bînin. Ew ji bona ku hinek kesan bikin nav xewên kur û xewên xeflet dixebitin lê em ê jî civakê şîyar bikin. Ji bona hemû kesên ku di xew de ne bên şîyarkirin, şîyarek bes e.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir