• DOLAR 32.573
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2432.524
  • ...
Japonya dê balyozxaneya xwe ya li Kabîlê ji nû ve veke
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balyoz Takashi Okada got ku Japonya dê alîkariya xwe ya ji bo Efxanistanê bidomîne û ew dixwazin li welêt ewlehî û îstiqrar hebe.

Balyozê Japonyayê Okada diyar kir ku ew têkoşîna Îmarata Îslamî ya li dijî sûcên narkotîkê û çandiniya haşhaşê ya li Efxanîstanê teqdîr dikin.

Li ser pesendkirina bûdceya îsal, Okada got ku Balyozxaneya Japonê ya li Efxanistanê dê li Kabîlê ji nû ve vebe.

Alîkarê Serokwezîr Abdulkebîr diyar kir ku hin saziyên çapemeniyê derbarê binpêkirinên mafên mirovan de agahiyên derew parve dikin ku ev yek tenê gotegot in.

Abdulkebîr spasiya hikûmeta Japonê kir ji bo alîkariya gelê Efxanistanê û diyar kir ku ew berdewamîya piştgiriyan dixwazin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir