• DOLAR 32.522
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2434.511
  • ...
Li Elmanyayê di dibistanê de êrîşî bi çek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku mesela di dibistana Lloyd Gymnasiuma li bajara Bremerhavena wîlayeta Bremenê de pêk hat.

Ji teref polêsa herêmê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku kesek yê ku êrîşê kirîye hat qefaltin û hat binçavkirin.

Hat îfadekirin ku di encama êrîşê de kesek birîndar bû lê ew kesê birîndar jî ne xwendekar e.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, xwendekarek dibistanê xeber da polês ku di dibistanê de dengê çekan tê. Xwendekar jî di sinifên xwe de barîkqtan saz kirine.

Polês derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin.

Di vîdeoyan de hat dîtin ku mirovê ku êrîşê kirîye dema ku dengê sîrena polêsê tê xwe davêje ‘erdê û destê xwe ji bona ku bê kelepçekirin girê dide û bêvîya polêsan disekine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir