• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Hîndîstanê 500 hezar kes ji ber lehîyê ji cihê xwe bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çema Brahmaputraya ku li ser sînora welatên Hîndîstan û Bangladeşê de ye û di dinyayê de jî di nav çemên ew ê herî mezin de ye ji ber lehîyê rabû.

Li wîlayeta Assamê bi sedan xanî jî di encama rabûna çem de di binê avê de man. Di lehîyê de 8 kes canê xwe ji dest dan û nêzê 500 hezar kes jî ji cihê xwe bûn.

Ji 2 hezarî zêdetir mirovên ku li texma Hojaîyê dijîn jî hatin xelaskirin.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku ew ê baran hê 2 roj jî xwe tesîrdar bike û hindava Çema Brahmaputrayê jî bilind bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir