• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji Dîyarbekirîyan ji Weqfa Êtîman re peyamên sipasîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman ji bona êtîm û sêwîyan li navçeya Kayapinara Dîyarbekir bernameyek tertîp kir.

Ji bernameyê re dîyarbekirîyan gelek teweccuh nîşan dan û daxwaz kirin ku bila bernameyên ewakî ji teref sazîyên gel jî bên tertîpkirin.

Îsmaîl Saymazê ku beşdarê bernameyê bûye derheqê bernameyê de fikr û ramanên xwe weha anî ser ziman, “Bernameyek gelek xweşik tertîp kirine, Xwedê ji wan razî bibe. Tertîpkirina bernameyên ewakî ji bona xelqê Dîyarbekir xweşik e. Em domandina bernameyên ewakî daxwaz dikin. Wek ku hun jî dibînin ku ji cîhên derdorê jî mêvanên me hene. Xwedê Teala xêra hemû wan kesên ku hatine û çêkirine qebûl bike.”

Bila sazîyên gel jî bernameyên ewakî tertîp bikin

Burhan Gurçerê ku di axavtina xwe de bal li ser bernameyên ewakî, feydeyên wan ji bona êtîman heye, ji ber vê yekê gerek hemû kes beşdarê van bernameyan bibin kişand û li axavtina xwe weha zêde kir, “Di konserên dinê de îlahî tuneye. Di vê konserê de îlahî heye û ji ber vê yekê gelek xweşiktir e. Konserên ewakî ji bona civakê re munasîb e lê konserên dinê ji civakê re ne mumkin in. Li vê derê îlahî û Quren tên xwendin. Van tiştan tiştên xweşik in.”

Ji beşdarvanan Meryem Karaman îfade kir ku feyda vê bernameyê ji êtîman re heye û Ahsen Yuksel jî destnîşan kir ku ew ji ber ku hezkirina wê ji êtîman re heye beşdarê vê bernameyê bûye û daxwaz dike ku bila bernameyên ewakî zêdetir bên tertîpkirin.

Îbrahîm Kuçukaga jî dîyar kir ku ew ji sazîyên gel jî hêvîya bernameyên ewakî ne û li axavtina weha zêde kir, “Di serî de dibêjim ku bila Xwedê Teala ji bernameya ku Weqfa Êtîman tertîp kirîye re razî bibe. Di demên pêşî de jî ji şaredarî û ji qeymeqamtîyê jî daxwaz dikin ku bila bernameyên ewakî tertîp bikin û alkarîyê bidin êtîman.”

“Kombûna mirovan ku ji bona armancake ewakî hîsekî xweşik e”

Kuçukaga di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ferqa vê konserê yê ji konserên dinê ev e ku feydeya wê ji bona êtîman e. Di li vê derê de armanc êtîmin, ji ber vê yekê gerek şaredarîyên me jî ji vê bernameyê ji xwe re mîsal bigrin. Daxwazîya min yê ku şaredarîyên me ev e ku bila dema ku dest bi bernameyên xwe bikin bi xwendina Quranê dest pê bikin, îlahîyan bixweynin û pîrek û zilam ji hev cuda bin.”

Beşdarên dinê jî weha gotin:

Mevanur Tunç: Ez vê bernameyê xweşik dîtim. Xwedê Teala ji wan kesên ku vê bernameyê tertîp kirine re razî bibe. Ez sipasîyên xwe dişînim ji Weqfa Êtîman re.

Sumeyye Eyeme: Ez ji Weqfa Êtîman re ji ber ku bernameyek xweşik tertîp kirine sipasîyan dikim. Xwedê Teala bila alîkarîyê bide Weqfa Êtîman.

Fatma Zehra Arinç: Em ji vê bernameyê re bi tevî dayîk û cîranê xwe ji navçeya Rezan hetin. Tertîpkirina bernameyên ewakî xweşik e. Bernameyên ewakî mirovan li cem hev dide komkirin. Kê ku ji bernameyê re alîkarîyê dike ez sipasîyên xwe ji wan re dikim. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir