• DOLAR 32.496
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2434.391
  • ...
Li Pakistanê ji ber germa zêde 3 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî rayedarên meteorolojiyê, li başûr Sindh û li bakurê rojhilatê Pencab herêmên herî zêde ji germa zêde bandor bûne. Tê destnîşankirin ku pêla germê herî kêm hefteyeke din jî berdewam bike.

Hat diyarkirin ku li herêma Kaccho ya eyaleta Sindh ji ber germa zêde herî kêm 3 zarok mirin, li Larkana jî germahî wek 50 pile hat qeydkirin.

Rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan cotkaran ku hewaya germ û ziwa bandorê li rezervên av, zevî, sebze û baxçeyan dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir