• DOLAR 32.365
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.103
  • ...
ÎLKHA ji bo Akleha ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat qetilkirin peyama sersaxî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama sersaxîyê ya ku ji teref Ajansa Nûçeyan a Îlke (ÎLKHA) ji bo Rojnamegera Filistînî Şêrîn Ebû Aklehê hatiye weşandin wisa ye:

“Kuştina nûçegihana El Cezîre  Şîrîn Ebû Akleha ku dema hewl dida sûcên rejîma îşxalker a siyonîst bi belge bike hat qetilkirin, ji cînayetên ku li Filistînê li dijî rojnamegeran tên kirin ne ya yekem e. Heta ku civaka navneteweyî li hemberî zilma  îşxalkeran ya li Filistînê bêdeng bimîne ev cînayet bi dawî nabin.”

"Em wek ÎLKHAyê sersaxiyên xwe ji bo malbat, heval û hevkarên Şêrîn tînin zimên.”

Rojnamevana Filistînî Şêrîn Ebû Akleh ku 25 salan di kanala El Cezîre ya Erebî de dixebitî, roja Çarşemê dema ku êrîşeke hêzên dagirker ên siyonîst ser bajarê Cenîn ê Şerîa Rojava dişopand, bi guleyan hat kuştin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir