• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji HAMASê ji qetilkirina rojnamevana Al Jazeerayê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnamevana pîrek Şîrîn Ebu Akîleya ya qenala televîzyona Al Jazeerayê, ji teref leşkerên rejima îşxalker ve hat kuştin.

Îzzet er-Reşakê endamê Yekîneyê Sîyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamî di axavtina xwe de îfade kir îşxala ku li ser vira hatîye avakirin heqîqatê hedef digre, ji bona ku cînayetên xwe veşêr bide, cînayetên bi qesdanî li hember xelqê Filistînîyan û rojnamegeran dike.

Hazim Kasimê Berdevkê HAMASê jî weha got, “Ji lîsteya cînayetê ya ku rejima îşxalker li Filistînê li hember rojnamegeran dike re Şîrîn Ebu Akîle jî hat lêzêdekirin.”

Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristî ya Filistînê, rojnamevan Şîrîn Ebu Akîle, di encama êrîşên rejima îşxalkeran ku li bajara Cenînêya Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê da ye kir de canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku Şîrîn Ebu Akîle êrîşên rejima îşxalkeran ku li kampê dikir teqîp dikir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir