• DOLAR 32.331
  • EURO 35.068
  • ALTIN 2296.439
  • ...
Konaşenkov: Çekên ku ji teref Emrîqa û Ewrupayê ve ji Ukraynayê re hatine şîyandin hatin îmhekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rusyayê di herba Ukraynayê de derheqê êrîşên Rusyayê de daxuyanîyan belav kir.

Konaşenkov, di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku ew li nêzê îstasyona tirêna Bogoduhovê li herêma Harkovê, gelek çekên teknîkî yên leşkerî yên ku ji teref Emrîqa û welatên Ewrupayê ve hatine sewqkirin îmhe kirin.

Konaşenkov, destnîşan kir ku êrîşên Rusyayê li Ukraynayê berdewam dike û di dawîya daxuyanîya xwe de ragihand ku ew bi fuzeyên hesas li 5 cîhên ku erebeyên teknîkî û yekîneyên leşkerî li wê derê bûn û depoyeke muhimmat yên ku li herêma Bahmuta Donetskê ye îmhe kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir