• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
CCHD: Platformên medyayên civakî ji tiştên neyartîya Îslamî re deng dernaxin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî rapora CCDHyê weha hat destnîşankirin, “Hemû şîrketên medyayên civakî yên bi tevî Facebook, Înstagram, TîkTok, Twîtter û YouTube, ji şîkayetên ku derheqê nefreta li hember Misilmanan û weşanên Îslamofobîk dengên xwe dernaxin.”

Di raporê de hat îfadekirin ku “Karîkaturên nîjadî, Komplo, îddîayên bê delîl, tiştên ku mirovan aciz dike, muteasîp û weşanên ku mirovan ji mirovatîyê derdixe” tê avêtin pişt guh.

Di berdewama raporê de weha hat gotin, “Gelekî weşanên ku ji bona xirabîyê tên xebitandin bi rehetî dikarin qal bikin û dîsa jî deng dernexistin. Înstagram, TîkTok û Twîtter ji hinek bikarhênerên xwe re ji bona ku hinek hashtagên wek #deathtoîslam (Ji Îslamê re mirin), #îslamîscancer (Îslam Qanser e) bên şixulandin îzîn dan. Weşanên ku di bin wan hashtagan de hatin belavkirin, bi milyonan rêçînan dît.”

Di dawîya raporê de hat destnîşankirin ku platformên medyayên civakî di belavên xwe yên li hember Îslamê de pereyan jî qezenc dikin, ji ber vê yekê ji vê belavên nefretê re dengên xwe dernaxin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir