• DOLAR 32.553
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2436.837
  • ...
Rêwîtîya koçerên ya li zozanan dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koçerên ku di rêyên çîyayên Sêrtê de diçin alîyê cîhên bilind yên Mûş û Bêdlîsê, di rêçûna demeke dirêj de hê nû dighêjin cîhên xwe.

Koçeran, ji bona ku heywanên xwe bibin zozanan 35 roj ew ê di rêyan de bimeşin. Koçeran, ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji bona ku biçin zixura Botanê gerek 250î kîlometre rê bimeşin û di vê meşandina wan de dem bi dem bi tevî heywanên xwe ew ê bêhna xwe bidin. Koçeran, di vê rêwîtîya zor û zehmet de barên xwe bi keran didin kişandin, ji bona ku him xwe û him jî heywanên xwe ji heywanên hov biparêzin kuçikan jî bi xwe re dibin.

Îsa Temelê şivanê mêşinan derheqê vê rêwîtîyê de axavtinek kir.

“Rêwîtîya zozana gelek zor û zehmetî derbas dibe”

Temel di axavtina xwe de destnîşankir ku rêwîtîya zozanan gelek zor û zehmet derbas dibe û di vê rêwîtîyê de jî gelek zehmetîyê dikşînin û weha qala wê rêwîtîyê kir, “Em û heywanên xwe di vê rêwîtîya zozanan de gelek zehmetîyê dikşînin. Pezên me carna seqet dibin, nigên wan dişkên. Em pirsgirêka çûndin û hatinê dikşînin. Em bû 20 roje di rê de ne û hê jî rêya me yê qasî 15 rojê jî maye. Ji ber ziwayîyê gerek em bi peyatî biçin zozana. Rêwîtîya me di seatên serê sibê de dest pê dike carna heta seat 10-11 jî dewam dike, dema ku wexta me hebe em ji bona çay vexwin ji xwe re hinek disekinin, an jî dewam dikin. Dema ku di zozanan de ziwayî tinebe hetanî 5 mehan em li wê derê dimînin. Vê salê berf baş barî û li ser wî jî baran bibare ew ê gelek xweş bibe.”

“Em nabêjin ji me re gîya, genim an jî ceh bistînin em tenê dibêjin ku bila rêya me aşkere bibe”

Temel di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew di zozanan de him heywanên xwe diçêrînin û him jî penêr çêdikin û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Daxwazîya me yê ku em ji rayedaran daxwaz dikin gelek zêdene lê ku em ji bona van daxwazîyên xwe bi cîh bînin kesek nabînin. Em vê tiştê daxwaz dikin ku bila rêya çûndin û hatina me aşkere bibe. Em ji tu kesê re nabêjin ku ji me re gîya, ceh an jî genîm bistînin. Em tenê dixwazin ku bila rêya me yê çûndin û hatine aşkere bibe. Em bi gundîyan re û bi dewletê re pirsgirêkek nekşînin û mecbûr nemînin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir