• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2309.58
  • ...
SON DAKİKA
HUDA PAR û AK Partî îda hev pîroz kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha pîrozbahîyê de Sekreterê Giştî yê Partiyê Şehzade Demîr û Alîkarê Serokê Giştî Huseyîn Îmir bi Alîkara Seroka Giştî ya AK Partiyê Ozlem Zengîn, Endama MKYK'ê ya Şaxa Jinan a AK Partiyê Ayten Aydin û Endamê MKYK'ê yê Ciwanên AK Partiyê Osman Ertugrul Yörük re pîrozbahî îdê tertîp kirin.

Endamên partiyê yên ku di bernameya cejnê de ji hev re xêr û başî xwestin îda Remezanê ya  Tirkiye û hemû alema Îslamê pîroz kirin.

HUDA PARê bal kişand ser pêwîstiya rêziknameya nû ya di heqdestê kêmtirîn de.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr diyar kir ku hemû teşkîlatên wan di Cejna Remezanê de bi xurtî dixebitin û Serokê wan Zekeriya Yapicioglu li qadan e û diyar kir ku cejnên di navbera partiyan de girîng in û divê ev tablo di çareserkirina pirsgirêkên din de jî hebe.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir