• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Êlîhê berîya ‘îdê ji 500î zêdetir zarokên êtîm û mixtac hatin poşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên êtîm û sêwî bi tevî malbatên xwe li dikanan gorî dilên xwe cil û solan ecibandin.

Salîh Guzelê Serokê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşankir ku ew ji 515 zarokên êtîm û sêwîyên ku di nav wan de Sûrîyeyî û Efxenî jî hene re alîkarîya cil û solan kirin.

Guzel di axavtina xwe de weha got, “Em îro dîsa bi navê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê ji wan rojên ku em bi wî rojê kêfxaş dibin jîyan dikin. Çîmkî em êtîm û mixtacan didin kêfxweşkirinê. Him bi minasebeta ‘Îda Remezanê û him jî bi minasebeta Şeva Qedrê ji 515 zarokên êtîm û mixtac re di dikanên xwe de wan kêfxweş kir. Em jî ji bona ku me wan kêfa wan bi cîh anî kêfxweşin.”

“Me li gorî rewşa feqîrîyê esas girt”

Guzel di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew wan alîkarîyan bi alîkarîyên ku xêrxwazan dane wan  belav kirine û weha li axavtina xwe zêde kir, “Me bi wekaletdayîna xêrxwazên xwe wan zarokên xwe di lîsteyên xwe de hilbijart. Di nav lîsteyên me de birayên me yên Sûrîyeyî û Efxanî jî hene. Me li gorî rewşa feqîrîyê esas girt û li gorî wî mixtacan destnîşan kir û îro jî wan didin poşandinê.”

“Ev hereket ji bona fîrmayên dinên re jî bibe mîsal”

Guzel di dawîya axavtina xwe de weha got, “Li bajara me fîrmayeke muhîm jî alîkarîyekî mezin kir. Dondirmeyên Banîddoyê jî bi minasebeta meha Remezanê him bi xwarin him jî bi cilan ji bona hezar kesan re wekaletîya xwe da me. Em daxwazî dikin ku bila ev hereketa vê fîrmaya me ji fîrmayên dinên re jî bibe mîsalek. Çîmkî fehmekî wisa ku tiştê ku qezenc dike ji êtîm û mixtacan re belav dike. Em bi civakî îxtîyacîya me ji vê fikr û fehmê re heye. Lazim e ku ev fikr û fehm mezin bibe û berdewam bibe.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir