• DOLAR 32.384
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2326.163
  • ...
Temsîlkarîya Karwana Hêvîyê ya Gencê ji mixtacan re alîkarîya xwarin û cilan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mucahît Arabogayê Temsîlkarê navçeya Gencê yê Weqfê derheqê fealîyetên komeleyê yên di meha Remezan û ‘Îda Remezanê de tê kirin de agahî da.

“Di meha Remezanê de îxtîyacî jî zêde dibe xêr jî”

Araboga di axavtina xwe de bal kişand ku di meha Remezanê de him îxtîyacî zêdene him jî xêr zêdene û li axavtina xwe weha zêde kir, “Wek kû hûn jî zanin di meha Remezanê de îxtîyacî gelek zêde dibin, daxwazîya kirina alîkarîyê yê însanan jî zêde dibe. Em jî di vê çarçoveyê de alîkarîyên xêrxwazên ku daxwaz dikin alîkarî bikin ji wan digrin û belavê mexduran dikin. Ji ber vê yekê gerek em jî tiştê ku ji destê me tê bikin kû îxtîyacîyên mexduran bibînin. Meqset sibê bila Xwedê ji me razî bibe.”

“Ji bona ku em xwe bighêjînin malbatên mixtac lazim e ku xêrxwaz jî xwe bighêjînin me”

Araboga di dawîya axavtina xwe de derheqê fealîyetan de xeber da û weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê qûtan belav dikin. Em alîkarîyên ku xêrxwaz didin me dighêjînin feqîran. Bila Xwedê ji xêrxwazan razî bibe. Banga me ji wan re wehaye kû bila ew daîma alîkarîyê ji me re bikin kû em jî ji  mixtacan re alîkarîyê bikin. Nêzê 200 malbat hene kû li cem me qeydkirîne. Em daxwaz dikin ku bighêjîn hemûyan. Ji bona ku em bighêjin wan gerek xêrxwaz jî comerd bibin û di vê meseleyê de lazim e ku alîkarîyê bikin. Bila Xwedê Teala yekê xêrxwazan bi hezaran binivisîne. Bila hemû xêrên wan qebûl bike, ji wan razî bibe înşeallah.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir