• DOLAR 32.596
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2495.215
  • ...
Guterres îro tê Enqereyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Guterresê ku dê beriya serdanên xwe yên Rûsya û Ukraynayê bê Tirkiyeyê, dê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve bê qebûlkirin.

Di hevdîtina Serokomar Erdogan û Guterres de tê destnîşankirin ku ew ê hewldanên navbeynkariyê yên Tirkiyeyê, agirbest û gavên ji bo aştiyê bên avêtin bên gotûbêjkirin û pêşniyarên Tirkiyeyê bên rojevê.

Sekreterê Giştî Guterres dê sibê biçe Moskovayê û bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li ser mijara aştiya li Ukraynayê biaxive.

Guterres, ku dê roja Pêncşemê serdana Kîevê bike û dê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski re bicive û li ser zêdekirina hewildanên mirovahî gotûbêj bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir