• DOLAR 32.368
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2325.269
  • ...
Berdevkê HUDA PARê: Zimanê xirab a siyasetmedaran dibe sedema êrîşên nîjadperest
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em wê êrîşa ku li Karamanê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin”

Demîr di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir di bernameya ku li razangeha KYKyê ya Zanîngeha Mehmetbey hat lidarxistin de hinek xwendekar klamên Kurdî gotin û govend girtin; lê belê hinek kesên ku ji xwe re dibêjin  “Karamanoğlu Mehmetbey Ülkücüleri” ev xwendekar hatin desteserkirin û dest hat danîn li ser telefonên wan. Demîr dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev kesên ku ji xwe re dibêjin “Karamanoğlu Mehmetbey Ülkücüleri” gef li xwendekaran xwarina û ew tehdîd kirine û li ser hisabên wan ên medyaya civakî bi wan peyam dane parvekirin, lêborîn-Em ji Karamanoğlu Mehmetbey Ülkücüleriyên ku xwedîyê rasteqîn a Zanîngeha Mehmet Bey in  lêborîna xwe dixwazin-  dane xwestin. Em vê êrîşa gemar bi tundî şermezar dikin. Di wan salên borî de jî êrîşên wisa hatibûn kirin. Di ya rastîyê de divê ev êrîşa ku hatiye kirin li 85 milyon welatîyan hatiye kirin bê hesabandin. Ew zimanê nîjadperest û berberîçêker ên hinek siyasetmedar û rayedaran dibin sedema van bûyerên wisa.”

Demîr di dawîya daxuyanîya xwe de bang li rayedaran kir da ku li ser meseleyê bê sekinîn û derheqê kesên fail de lêpirsîn bê destpêkirin, cezaya ku heq dikin ji wan re bê dayîn da ku cardin meseleyên wisa rû nedin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir