• DOLAR 32.368
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2325.269
  • ...
NY: 350 hezar zarokên ku birçîbûnîyê dikşînin dibe ku bimrin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Somalîyê bidestxistina av û xwarinê roj bi roj zehmet dibe. Hêjmarên dayîk û bavên ku ji zarokên xwe re nikarin av û xwarinê temîn bikin roj bi roj zêde dibe.

Gelek malbat serî li navendên tenduristîyê yê ku li cudayê herêmên welat hene dikin.

Hat destnîşankirin ku ziwayî li giştîyê welat ji sedî 90 kirîye bin tesîra xwe, ji ber vê yekê tê texmînkirin ku canê 4.5 milyon kesan ew ê bi xirabî tesîrdar bibe.

Adam Abdelmoulayê ji Ofîsa Koordînasyona Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yakbûyî derheqê meseleyê de weha axivî bû, “Eger ku tiştek neyê kirin, li welat 1.4 milyon zarokên ku birçîbûnîyê dikşînin ji wan 350 hezar kesan ew ê canê xwe ji dest bidin.”

Abdelmoula destnîşan kir ku li welat ji ber ziwayîyê 40 dibistan hatin girtin û eger ku ziwayî berdewam bike ew ê hêjmarên dibistanên yê ku bên girtin zêde bibe, di îfadeya xwe de weha dîyar kir ku niha nêzê ji sedî 70 zarok nikarin biçin dibistanê.

Hat bal kişandin ku Çema Jubaya ku li welat çema ew ê herî mezin e piranîyê wî ziwa bûye û ji teref Neteweyê Yekbûyî ve hat daxuyandin ku gelek kes ji ber ku him ji xwe re û him jî ji heywanên xwe re ava vexwarinê nikarin temîn bikin ji herêmê derdikevin û hêjmarên wan kesan jî roj bi roj zêde dibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir