• DOLAR 32.548
  • EURO 34.925
  • ALTIN 2425.489
  • ...
Yapicioglu: Em windakirina bi namzedên rast ji qezenckirina bi nemzedên şaş re tercîh dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bernameya fitarîyê ya ku li gundê Akyazîyê hat tertîpkirin re gundîyên derdorê jî beşdar bûn. Yapicioglu, bi vekirina fitarî û piştî kirina nimêjê bi gundîyan re xeber da.

Yapiciogli di axavtina xwe de bal kişand ku qezenckirina sîyasî bi tenê qoltixan nîne, bi sîyaset kirina bêvir û bêhîle ye.

Yapicioglu weha axivî, “Wan kesên ku ji xelqê xwe re beyanên ne rast dikin, dema ku sibê biçin hizura Îlahî ew ê li çokê xwe bixin lê wê rojê jî ew ê pir dereng be. Em bi vê şiûra sîyasetê derketin rê. Ji wan gotinên me yên ku me gotîye yek jî ev e,  Em windakirina bi namzedên rast ji qezenckirina bi nemzedên şaş re tercîh dikin. Ji me dipirsin, ‘armanca wê kesê ku beşdarê sîyasetê bû ye ne qezenckirin e?’ belê, elbet em daxwaz dikin ku qezenc bikin, lê em qezenckirina bi ketina rêya nedadmend daxwaz nakin, em bi xapandina welatîyên me daxwaz nakin, em bi gotinên rastî daxwaz dikin, tiştên ku em nikarin bikin û em wan tiştan we’ed bikin û welatîyên xwe bixapînin an jî bi reş kirina hemberên me yên sîyasî daxwaz nakin.”

“Sîyaset, wek li hev xistina kelekvanan ne mecbûre ku bê kirin”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku çi qas jî dabaşê xeberdanê mesela memleketê bibe lazim e ku di cîhekî hevpar de bê sekinandin û fikir jî di rêya rast de bê gotin û bê tetbîqkirin, yapicioglu li axavtina xwe weha zêde kir, “Em daxwaz dikin ku qezenc bikin, em daxwaz dikin ku wan fikrên ku em dibêjin û diparêzin bila bê îdareya memleket ê. Em daxwaz dikin wan kesên ku di nav şiûra derketina hizura Xwedê de ne, qandî mûyekî destê xwe navêjin heqê kesî, bila wan kesan bên îdareyê. Û em bawerin ku kadroya me jî wisakî ye. Lê fêhmberîya me ew e ku wan kesan îlla ne mecbûrin ku rozeta HUDA PARê li ser wan be. Bila memleket bi rastî bê îdarekirin wê kes kê dibe bila bibe ne muhîm e. Sîyaset, wek li hev xistina kelekvanan ne mecbûre ku bê kirin. Fikrên hemû kesan derheqê çareserîya pirsgirêkên memleketê de dibêje ku hebe. Fikra yekê li gorî yekê dinê ne mecbur e ku ‘eynî bibe. Lê dema ku em wan fikrên xwe bibêjin gerek bi armanca derxistina li hev xistinê an jî serî derketinê nebe. Eger ku fikrên hemû kesan pirsgirêkên memleketê bi esasa edaletê çareserî bibese wê demê lazim e ku hemû kes çareserîyên xwe bêlihevxistin û bêdeng bînê ser ziman û ev ê en rast jî ev e. Ev tişt him gelek zor e û him jî ne zor e. Eger ku hemû kes nefsa xwe neke pêşîvan û dêla nefsa xwe de memleketê bike pêşîvan, ev tişt ne zor e. Lê dema ku hemû kes bibêje pêşî ez, îcarê ev tişt zor dibe.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir