• DOLAR 32.538
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2433.102
  • ...
Li Ugandayê bernameya Fitarîyê ya Fransa Yetîm Elîyê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Umît Aktaşê Alîkarê Serokê Giştî yê Fransa Yetîm Elîyê destnîşan kir ku ew ji bi sedan mixtacan re her roj fitarîyê didin û hetanî ku ji teref xêrxwazan ve ji wan re alîkarî bê kirin ew ê vê alîkarîyê jî berdewam bikin.

Ataş di axavtina xwe de ragihand ku ew daxwaz dikin li Ugandayê ji malbatên mixtac re di vê meha Remezanê de bibin hêvî û ji sifra wan re bibin bereket, ji ber vê yekê ji xêrxwazan re ji bona ku alîkarîyên xwe berdewam bikin bang kir.

Ataş di axavtina xwe de weha got, “Niha bernameya fitarîyê ya li Ugandayê berdewam dike. Serê sibê em li sehayê alîkarîya xwarin û pereyan dikin, êvarê jî bi sedan mixtacan re fitarîyê didin. Daxwazîya me ji xêrxwazên me ye ku bila alîkarîyên xwe hinek dinê jî zêde bikin. Ew ê bernameyên fitarîyê bi îzna Xwedê heta dawîya Remezanê jî berdewam bike. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir