• DOLAR 32.604
  • EURO 34.816
  • ALTIN 2498.684
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî li Ugandayê ji hezaran malbatan re alîkarîya xwarinê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Awrupa Yetîm Elîyê ku bi serî li Tanzanya, Filistîn, Tirkîye û li gelek herêman fealîyetan dike, li bajara Namitumbaya Ugandayê jî kolîyên xwarinê belav kir.

Kolîyên ku bi alîkarîyên xêrxwaza hatine belavkirin, ew ê di meha Remezanê de ji mixtacan re bibe hêvî. Wek bernameyên fitarîyê, alîkarîya cilan û alîkarîyan pere vê carê jî kolîyên xwarinê hat belavkirin. Bi taybetî ji kesên ku li gund û qezaya rûdinên re ji bona êtîm û mixtacan alîkarî hat kirin, ew ê Awrupa Yetîm Elî heta dawîya meha Remezanê jî alîkarîyên xwe berdewam bike.

Abdulqadir Yilmazê temsîlkarê dildarê yê Awrupa Yetîm Elîyê derheqê xebatan de agahî da, di agahîya xwe de destnîşan kir ku ew ji bi sedan êtîm û mixtacan re alîkarîyan dikin.

Yilmaz, “Em bi navê Awrupa Yetîm Elîyê li Ugandayê ne. Emanetên ku xêrxwazên me dane me em li vê derê bi kolîyan belav dikin û dighêjînin xwedîyê wan. Xwedayê min bila alîkarîya xêrxwazên me qebûl bike. Me xebatên xwe yên li Ugandayê bi kolîyan tenê nekir. Me bernameyên fitarîyê jî tertîp kir. Ew ê ji zarokan re jî bernameya belavkirina cilan jî bê tertîpkirin. Em ê hê pereyên ku xêrxwazên me teslîmê me kirinê jî belav bikin. Ew ê xebatên me yên alîkaîryê berdewam bike.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir