• DOLAR 32.578
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2426.01
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Çewlîgê dest bi alîkarîyên xwe yê Remezanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Di meha Adarê de ji 178 malbatan re 67 hezar TL alîkarî hat kirin”

Derheqê xebatên alîkarîyê de li ser navê Îlhamî Demîrê Endamê Komîtîya Bireveberîya Komela yê Karwanê Hêvîyê yê Çewlîgê daxuyanîyekek nivîskî hat belavkirin. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku ew di meha Adarê de ji 139 malbatan re bi 26 hezar û 920 TLyî xwarin, ji 13 malbatan re bi 650 TLyî alîkarîya meddî, ji 8 malbatan re bi hezar û 200 TLyî alîkarîya goştê sor, ji malbeteke re bi 342 TLyî alîkarîya taştê, ji malbeteke re bi 700 TLyî alîkarîya êzinga, ji 16 malbatan re bi 24 hezar û 430 TLyî alîkarîya cil û sol, tev de ji 178 malbatan re bi 67 hezar û 242 TLyî alîkarî hat kirin.

“Meha Hêvîyê Remezan”

Di daxuyanîya niviskî ya ku hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Me dest bi belavkirina kolîyên ku di berîya Remezanê de hazir kiribû kir. Em sedeqe, înfeq, bexş û zekatên ku xêrxwazên me dane me teslîmkirina êtîm û mûxtacan berdewam dikin. Me bi şîara ‘Meha Hêvîyê Remezan’ kampanyaya xwe yê alîkarîyê dest pê kir. Em bi navê Karwanê Hêvîyê yê Çewlîgê di berîya Remezanê de alîkarîyên xwe gihaşt malbatên xwe yên mûxtac û êtîm. 10 sale tarîxa me heye ji ber vê yekê me qasê îsal nedî ku însan serî li alîkarîyê dane. Em bi alîkarîyên we ji wan malbatên xwe re alîkarî dikin. Heqê kolîyeke me yê xwarinê 250 TLye.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir