• DOLAR 32.61
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.42
  • ...
Amîr Khan Muttaqîyê Wezîrê Karên Derve yê Efxenîstanê bi Lavrovê hevkarê xwe re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muttaqî ji Rusyayê re ji bona ku alîkarîyê daye hikumeta nû teşekkur kir, destnîşan kir ku sefîrê ku ji Mosqowayê re hatîye şîyandin ku ji teref Rusyayê ve hatîye qebûlkirin pêşveçûneke baş e, ew hêvî dike ku ew ê sefaret jî di demekê kin de bi temamî vebibe û karên xwe bike.

Muttaqî di axavtina xwe de ragihand ku di zîyareta lijneya Rusyayê ku hefteya borî de li Kabîlê kiribû gavekî baş e û ew vê zîyaretê ji bona minasebetên baş ên her du welat jî wek nîşaneke dibînin.

Di hevdîtinê de Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê jî axivî û di axavtina xwe de îfade kir, lazim e ku raya giştîya navneteweyî gerek li Efxenîstanê wezîfeyeke aktîf bigre û hikumeta Efxenîstanê nas bike û ji bona vê meseleyê xebatan bikin.

Lavrov di berdewama axavtina xwe de ragihand tiştê ku ji bona wan pêşdatire ev e ku gerek alîkarîya însanî bê kirin û got ku, “Dîplometeke nû yê Efxenîstanê hat Mosqowayê. Ev dîplomat ji bona ku balyozxane cardin bê vekirin ew ê xebatan bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir