• DOLAR 34.7
  • EURO 36.773
  • ALTIN 2961.825
  • ...
Li Hîndîstanê otobûs li şerampolê qelibî: 8 mirî û 40 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Hîndîstanê hatine bidestxistin otobûseke ku beşdarê de’wetê bibe ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li nêzê bajara Tîrupatîya wîlayeta Andhra Pradeşa Hîndîstanê qeza kir.

Ji teref polêseke payebilind ve hat daxuyandin ku qeza ji ber sedema lezçûnê pêk hat.

Hat desnîşankirin ku piştî ji cîhê qezayê re ekîbên lêgerîn xelaskirinê hatin sewqkirin.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama qezayê de 8 kes canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir