• DOLAR 32.557
  • EURO 34.877
  • ALTIN 2428.003
  • ...
Şaredariya Diyarbekir Niha Ji `Cemevi` Vedike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 
Şaredariya Diyarbekir Niha Jî “Cemevi” Vedike
 
Şaredariya Diyarbekir a “BDP”yî piştî restorasyona dêrên Fila û belavkirina Incîlên Kurmancî, niha jî “Cemevî” vedike.
 
Li gor tê zanîn BDP bi îddîaya temsîla Kurda derketiye. Belê gavilên ku ji aliyê vê partiyê ve têne avêtin didine nîşandan ku ğaye ne temsîla milletê Kurd e…
 
Berya niha hatibu zanîn ku Şaredariya Diyarbekir qerarê restorasyona dêra Fila dabu û li gor hatibu dîtin Incîlên Kurmancî hatibun belavkirin.
 
Di hilbijartina dawî de jî li ser navê Kurda, bi navê “Erol Dora” merivekî Suryanî û Fille li Mêrdînê bubu mebus.
Vêga jî hat zanîn ku wê Şaredariya Diyarbekir temelê “Cemevi”yekê di heştê Temûzê de bavêje.
 
Li ser vê xebera disa hat pirskirin ku: “Gelo çi hewce heye bi vekirina Cemeviyeke ‘Alewîyan? Li Diyarbekir zêde ‘Alewî jî nîn in. Gelo ğaye ji vê gavilê çi ye?”
Azad RASTAN
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir