• DOLAR 32.553
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2422.83
  • ...
Yapicioglu: Kurd gelek zilm, zordarî û qetlîaman dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di nirxandinên xwe de derheqê êrîşên ku li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr bi 14 fuzeyan hat kirin de jî axivî û weha got: “Agahîyên ku derheqê meseleyê de hene hê eşkere nebûne. Tiştek heye ku em bi wê kêfxweş bûne ew jî ev e ku bi tu kesî tiştek nebûye. Ji teref alîyê Îranê ve tê îddîakirin ku cîhên ku fuze li wê derê ketine ew der tesîsa Mossadê ye. Avahîya Kurdistan 24 TVyê ku nêzê wê heremêye di encama êrîşê de zirar dît. Ez ji li vê derê ji K24 TVyê re dibêjim ku derbasî be.

Neyartîya Îranê her dem bi Amerîqa û îşxalkerê sîyonîst re hebûye. Di navbera wan de dem bi dem hinek pevçûnan pêk hatin. Lê ev pevçûn tu car li ser ‘erdên Filistîn yê ku rejima îşxalker li wê derê îşxal kirîye, li ‘erdên Amerîqayê an jî li ‘erdên Îranê pêk nehatîye. Feqet Amerîqa li Bexdayê, dikare generalekî yê Îranê hedef bigre. Rejima sîyonîst dikare li Sûrîyeyê li herêmên cuda leşkerên Îranê hedef bigre. Îran jî dikare li hinek cîhên Iraqê, bi fuzeyên ku ji ‘erdên xwe davêje hedef bigre. 16ê Adarê salvegera Qetlîama Helepçeyê ye. Kurd gelek zilm, zorîtî û qetlîaman dîtin. Qetlîama Helepçeyê jî ji van qetlîaman yek e. Ev neyartî û herba ku di navbera wan de heye ne raste ku bînin li ser van ‘erdan. Di encamê de herba ku di navbera wan de ye; herba dewleta Iraq û Herêma Kurdistanê nîne.  Ew gerek vê herbê nebin li wan ‘erdan.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir