• DOLAR 32.593
  • EURO 34.804
  • ALTIN 2508.834
  • ...
Weqfa Karwana Hêvîyê li Efxanistanê li kampan ji bi sedan malbatî re xwarin belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber şerê ku 40 salan berdewam kir û ji ber îşxala Amerîka ya ku 20 salan berdewam kir gelê Efxanistanê ji qonaxekle zor û zehmet derbas dibe ku di serê van zehmetîyan de îqtîsad tê.

Gelê Efxanistanê yê ku ji bo gezik nan bibe mala xwe cil û bergên xwe û pêlavên xwe difiroşin li benda alîkarîyên welatên Îslamî nexasim jî li benda alîkarîyên ku dê ji Tirkîyeyê ji wan re bên şandin in.

Ji bo gelê Efxanistanê bi wasitaya Weqfa Karwana Hêvîyê  di televîzyona Rehber TV de bi  bi beşdarbûna Serokê Weqfa Çeşmê Umîd ê Efxanistanê Seyyid Nimetullah Sadat  bernameyek hatibû lidarxistin û ji bo gelê Efxanistanê gelek alîkarî hatibûn berhevkirin ku ev alîkarî niha ji gelê Efxanistanê re tê belavkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cemal Çinar derbarê mijarê de destnîşan kir, ew niha ji bo feqîran xwarinê didin çêkirin, dema ku xwarin amade bû ew ê ji feqîran re bidin belav kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda xêra temamê kesên xêrxwaz qebûl bike.”

Sekreterê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê  Mehmet Nurullah Gunaydin jî derbarê mijarê de destnîşan kir, birinca me ya navdar a ku jê re tê gotin birinca Efxanan amade ye û hevalên me wê dikin paketan û ew ê li xelqê belav bikin.(ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir