• DOLAR 34.547
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3005.461
  • ...
Îbrahîm Kalin: Em nafikrin ku li ser Rusyayê mueyyîdeyan tetbîq bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kalin di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê xebatên navbeynkarîya Tirkîye ku di navbera Rusya û Ukraynayê de dike de jî axivî.

Kalin di axavtina xwe de got ku ji bona ku herb bê qedandin gotina ew ê herî paşî ew ê Putîn bibêje û destnîşan kir ku ew ê Tirkîye ji Rusyayê re mueyyîdeyan tetbîq neke û weha berdewam kir, “Em vekîrî mayîna rêya îtîmadî daxwaz dikin. Em rêyên ku bi Rusyayê re tên xeberdan daxwaz dikin ku bila vekirîbe. Û helbet em naxwazin ku bila ekonomîya me jî tesîrdar bibe.”

Îbrahîm Kalin di berdewama axavtina xwe de ragihand ku meseleya însanî ya ku di herbê de heye gelek tiştekî xofdar e û lazim e ku ew herb bê qedandin û ew weha got, “Em xebatan koordîne dikin, tehlîleyan bi kar tînin, alîkarîya bijîşkî dikin. Alîkarîyên dinê jî dişînin. Ew tiştan elbet mûhîm in. Encax dema daxwazîkirina rastî bi diristî bê xwestin, wan alîkarîyan ji bona qedandina herbê kêmasî ye. Em ji bona ku vê herbê biqedînin li ser hedefa stratejîk disekinin û li ser wê dicivin. Û ev tişt jî, diqqetê dixwaze û dîplomasîyeke hessas daxwaz dike û gelek însanên zana dixwaze. Di eynî demê de ji bona ku em gohê xwe bidin ji trajedîya însanîyê re jî, bi însanî wezîfeya me hemûyan e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir