• DOLAR 32.501
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2423.757
  • ...
2 ciwanên Filistînî di encama êrîşên rejima îşxalker de şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku leşkerên rejima îşxalker êrîşî li kampa miltecîyan yê li bajara Cenînêye kir.

Ji teref medyaya Filistînê ve hat ragihandin ku ji êrîşên rejima îşxalker re hinek berxwedêr û Abdullah Al-Husarîyê endamê Tugayên Qudsê û êsîrê berê ye bersiv dan.

Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de Al-Husarî û Şadî Halîd Necm (19) şehîd bûn û Filistînîyek jî giran birîndar bû.

Rejima îşxalker dema ku êrîş dikir hinek nîşandaran jî li şibakeyan bi cîh kiribû.

Hat dîyarkirin ku rejima îşxalker êrîş li mala Şêx Cemal Ebu El-Heycayê ku endamê HAMASê ye û di zindanên rejima îşxalkeran da ye kir û di encama vê êrîşê de jî Îmadê kurê wî desteser kir.

Ji bona her du şehîdan li mizgeftekî yê ku li Cenînîye merasîmek hat tertîpkirin. Xelqên ku beşdarê merasîmê bûbûn jî çalakîyan kirin û ji bona heyf girtinê banga berxwedanê kirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir