• DOLAR 32.513
  • EURO 34.624
  • ALTIN 2491.364
  • ...
ÎHO EBRAR li Malîyê ji êtîman re alîkarîya naqdî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎHO EBRARê ku çend rojên berê li Bamakoya paytexta Malîyê ji sedan malbatên mixtac re alîkarî belav kiribû, vê carê jî li herêma Samayayê ji êtîmên ku di sêwîxaneyekî de dijîn re bi alîkarîya xêrxwazan xercane belav kir.

Alî Taşê ji rayedarên ÎHO EBRARê ye destnîşan kir ku ew ji bona ku gelek projeyên alîkarîya însanî bi cîh bînin li Malîyê ne û weha axivî, “Doh me li Bamakoyê alîkarîya xwarinê kir. Îro jî me ji 150 zarokên ku li sêwîxaneyê de dijîn re xercane belav kir. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên me yên ku ji kêfxwaşîya wan zarokan re bûne wesîle razî bibe. Ez ji wan re di nav temennîya ku ew ê alîkarîyên xwe berdewam bikin de teşekkur dikim. Em ê li Malîyê ji bona ku alîkarîyên xwe yên dinê heta roja yekşemê bimînin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir