• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Sîyonîstên îşxalker pêşî bi kûçikan êrîş kirin dû re desteser kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima îşxalker û sîyonîst ê ku ji însanîyetê nisîb negirtîye, ji muameleyên xwe yên wehşî re berdewam dike.

Hat destnîşankirin ku ew rejima sîyonîst û îşxalker, êrîş li hunergehekî yê ku li Taxa Ummu'ş-Şerayîta bajara El-Bîre yê ku girêdayê Şerîaya Rojhilatê ye kir. Wan îşxalkeran di êrîşê de daxwaz kirin ku Muallayê ku 19 salî ye ji hunergahê derxin û wî desteser bikin.

Wan sîyonîstan dora hunergehê dorpêç kirin û wî ciwanê ji hunergehê derxistin, ciwan dema ku ji hunergehê derket bêparêz bû lê dîsa jî wan îşxalkeran kuçikên xwe berdan li ser ciwan.

Ji teref Komîsyona Karên Êsîran ve vîdeoyek hat belavkirin ku wan îşxalkeran  bi kûçikên xwe êrîş li ser ciwanê ku navê wî Muallaye kirin, di vîdeoyê de tê dîtin ku wan îşxalkeran dema êrîşa kuçîkê de li wê derê disekinin û li wan dinêrin, dû re jî wî cirwanê desteser dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir