• DOLAR 34.7
  • EURO 36.773
  • ALTIN 2961.89
  • ...
Yapicioglu: Fatûreyan gelê me bêzar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicoglu di civîna ku bi endamên çapemenîyê re kir de derheqê zêdebûna heqê debarê û zemên ku di van demên dawî de bênavber li heqê ceyran, xaz û xurekan tên kirin de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxnadina xwe de destnîşan kir ew ev bû 3 roj ku li Êlihê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em û muxtaran, Odeya Ticaret û Sanîyeyê  re hatin ba hev û her wisa me bi cotkaran û gelek kes û komên din re jî hevdîtinan kir. Em dikarin bibêjin ku di rojeva tevekan de heqê ceyranê hebû.”

“Gelek kes destnîşan dikin ku ew nikarin heqê fatoreyên xwe bidin; lewra rewşa wan a aborî nebaş e”

Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir zamên ku li heqê ceyran, sotemî û xazê hat kirin di rojeva temamê welatîyan de ye û dû re wiha got: “Fatoreyên xaz û ceyranê malik li her kesî xera kir ku nexasim herî zêde kesên feqîr bêzar kirin. Gelê me bes di warê fatoreyan de gazinan nakin. Serokê Odeya Ticaret û Sanayîyê yê ku me pê re hevdîtin kir destnîşan kir, ger ku şert û merc bi vî avayî giran bibin dibe ku li bajêr nêzî 40 hezar karker ji karê xwe bibin. Her wisa hinek cotkarên me ji ber ku heqê mazotê pir zêde bûye dibe ku erdên xwe najon.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir