• DOLAR 32.55
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2428.836
  • ...
Ji welatîyên Amerîqayê re ji bona ku Ukraynayê terk bikin hişyarî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber rîska ku Rusya midexele li Ukraynayê bike zêde bûye, neçin Ukraynayê. Kesên ku li Ukraynayê ne jî bila bi lez û bez li gor îmkanên xwe welat terk bikin.”

Joe Bîdenê Serokê Amerîqayê destnîşan kir ku bila welatîyên Amerîqayê ji Ukraynayê derkevin dema ku Rusya Ukraynayê îşxal bike ew ê ji bo wan kesan re leşker neşînin û dema ku Amerîqa û Rusya dest bi herbê bikin ev herb ew ê bibe herba cîhanê.

Rusyayê ku ji 100 hezarî zêdetir leşker di  sînora Ukraynayê de bi cîh kirîye, îddîayên ku ew ê Rusya êrîş li Ukraynayê bike qebûl nake. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir