• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Karwana Hêvîyê yê Xarpetê ji mixtacên Sûrî re qamyonek alîkarî şîyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwana Hêvîyê ya Xarpetê alîkarîyên ku di encama kampanyayê de hatine komkirin, ji mixtacên Sûrî re şîyand.

Nîhat Bakşîyê Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Xarpetê derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Em ji bona ku mexdurtîya li Sûrî heye bê qedandin, ji bona zarokên ku ji sermayê tesîrdar dibin re kampanyayeke bi navê ‘Bila Li Surîyê Zarok Ji Sermana Nemirin’ da destpêkirin. Xêrxwazên me jî ji vê kampanyayê re eleqe nîşan dan. Alîkarîyên ku gihiştîne me, me li qamyonê bar kir. Me wan alîkarîyan ji bona ku bighêjin ji îxtîyar, pîrek û zarokên ku li Îdlîbê ne re bi rê kir. Alîkarîyên ku gihîştîye me ev in: 42 heb arvanên ku 25 kîlo, 200 heb betanî, ji bona zarok, pîrek, zilam û pitikan 5 hezar cilên binî, 350 heb sol û şalgerdan. Xeyn ji van tiştan 27 hezar û nîv TL pere jî ji teref xêrxwazan ve ji me re hatîye şîyandin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir