Bi roket êrîş li Balafirgeha Bexdayê hat kirin
Hat ragihandin ku li Iraqê, di seatên serê sibê 04.30yan de bi roketan êrîş li Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî hat kirin.
Li gorî agahîyan di êrîşê de bi tu kesî tiştek nebû.
Di 5ê Çileyê de 2 heb roketên Gradê jî nêzê Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî ketibû. (ÎLKHA)