Hilbijartina Serokkomarîya ya Iraqê dê di 7ê Sibatê de bê kirin
Ji teref Serokatîya Meclîsa Iraqê ve hat daxuyandin, di encama civîna ku ji bona namzetîya serokkomarîyê hat kirin de, qirar hat dayîn ku ew ê hilbijartin dê di 7ê Sibatê de bê tertîpkirin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku, kesên ku ji bona serokkomarîyê bibin namzed jî ew ê di 31ê Çileyê de bên daxuyandin. (ÎLKHA)