• DOLAR 32.573
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2426.74
  • ...
Ji teref Yemenê ve bi fuzeya balîstîk êrîş li bingeha asimani  ya Abu Dabîdeyê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sareeyê berdevkê Yemenê destnîşan kir ku ew ji bona ku li hember sucên Koalîsyona DYA-Siûd-YEMê bersiv bê dayîn operasyoneke bi fuzeyên balîstîk û dronan dan destpêkirin.

Ji teref bedevk Sareeyê ve hat ragihandin ku Bingeha Hewayê ya Abu Dabîyê bi fuzeyên “Zulfîkar”, cîhên muhîm jî bi fuzeyên “Samad 3”ê, li bingehên Siûdî yên herî muhîm jî bi amûrên hewayê ya “Sammad 1” û “Qasef 2K” yê hat lêxistin. Di encama operasyonê de ew bingehan xira bûn.

Di berdewama daxuyanîya Sareeyê de hat gotin, dema ku êrîş li wan bê kirin ew ê jî ji wan êrîşan re bersivan bidin.

Ji teref Wezareta Parastina YEMê ve hat daxuyandin ku 2 fuzeyên ku vê sibê ji teref Yemenê ve hatine avêtin bi sîstemên parastina hewayê hatin îmhekirin. Di encama îmhekirinê de perçên fuzeyan ketin derdorê welat û ji ber vê yekê bi tu kesê jî tiştek nebû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir