• DOLAR 32.312
  • EURO 35.075
  • ALTIN 2278.631
  • ...
HUDA PAR:"Pêwîst e têkiliyên Tirkiye û rejîma siyonîst asayî nebe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê HUDA PARê Şehzade Demîr bertek nîşanî polîtikaya normalîzekirina îhtîmal a Tirkiyeyê ya bi rejîma îşxalker re da û got, "Asayîbûna ku wê li dijî gelê Filistîn û Qudsê bi rejima îşxalker a ku roj bi roj îşxala zêde dike re bê kirin dê neyê qebûlkirin. "

Demîr diyar kir ku peyamên Tirkiye û rejîma siyonîst di heyama dawîn da nîşan dide ku di têkiliyan da amadekariyên "normalîzekirinê" tên kirin û wiha got: "Rejîma dagirker bes di sala 2021an da 319 Filistînî şehîd kirin û di êrîşên li ser Xezzeyê de zarokên bêguneh kirin hedef û roj bi roj dagirkeriya xwe zêde kir ku normalîzekirina ku dê li dijî doza Qudsê bê kirin, nayê qebûlkirin. Divê Tirkîye ji temamê gavên ku dê pê bibe sedem îhlalên rejîma îşxalker zêdetir bibin û wê ‘meşrû’ nîşan bide xwe jê dûr bike. Divê li ser siyonistên ku hebûna wê xeyrî meşrû ye û sûcê însanîyetê dike bê ferzkirin ku ji temamê wan axên ku ew îşxal kirine bê derketin  û qetîyen bi îşxalkeran re pêwendîyên siyasî û îqtîsadî neyê danîn.”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê qeyrana însanî ya li Yemen û Sûrîyê de destnîşan kir, li Yemen û Sûrîyeya ku ev bû çend sal lê şerê navxweyî heye yên ku zirarê dibînin sîwîl in û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Li Yemen û Sûrîyê rewşa însanan nebaş e û her ku diçe xirabtir dibe.Li van her du welatan demildest agirbest bê îlankirin û ji bo gelên wan deran jî berî kêlîkê alîkarî bê kirin.”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, qeyrana însanî ya li Efxanistanê bi hatina zivistanê dijwartir bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku hikûmeta nû hat serî, Efxanistan ji teref welatên cîhanê ve hatiye xistin bin doorpêçekê ku bi vê yekê temamê gelê Efxanistanê tê cezakirin. Gelê Efxanistanê niha muxtacî dolarekî bi xwe ye jî, lê belê Amerîka dest danîye li ser zêdetirî 10 milyar dolarê Efxanistanê. Ev yek ne li gorî teamul û hiqûqa navneteweyî ye û ne jî însanî ye. Qerara mayîn û çûyîna  hikûmeta nû ya gelê Efxanistanê ye. Bi tevahî cezakirin û bi birçîbûnê terbîyekirina gelê Efxanistanê zilm e û ti ferqa wê ji îşxalê tune ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir