• DOLAR 32.54
  • EURO 34.622
  • ALTIN 2495.352
  • ...
Siûdî:Fuzeya balîstîk hat avêtin erdên me
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya Koalîsyona ku di pêşengîya Siûdî da ye, ji tesîsekî ku li bajara Cîzanê ye re bi fuzeya balîstîk êrîş hat kirin, di encama êrîşê de kesek birîndar bû û tespîta xesarê jî berdewam dike.

Hat destnîşankirin ku ji teref koalîsyonê ve Hereketa Ensarullahê yê li Yemenê ye mesûl tê hesibandin û ew ê bersiv jî ji êrîşê re bê dayîn.

Ji teref Ensarullah ve hê daxuyanîyek nehat dayîn.

Çend rojên berê Koalîsyona ku di pêşengîya Sidûdî da ye li wîlayeta Saadayê ya Yemenê êrîş li girtîgehekî kiribû, di encama êrîşa Siûdî de herî kêm 70 kes canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir