• DOLAR 32.365
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2324.938
  • ...
Tiştên heram çawa vexwarina wî heram be bi heman awayî firotina wî jî heram e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Oger di axavtina xwe de bal kişand ku tiryak piranî ji Efxenîstan, Îran û Surîyê tê û diçe Ewropa, Asya û Rojhilata navîn.

Oger destnîşan kir ku tiştekî ku heram be, vexwarina wî bi tenê ne heram e, bi tevî vexwarina wî firotana wî tiştî jî heram e, em zanin ku tiryak zirarê dide civakê û civakê dike halekî perîşan.

“Îslam dema ku tiştekî heram kiribe vexwarina wî tiştê tenê heram nake, firotina wî tiştê jî heram dike”

Oger di berdewama axavtina xwe de weha got, “Li Tirkîyê firotina tîryakê zêde bûye. Mirov dibêjin qey firotina wê tiştê helal e. Melesef hinek mirov jî hene ku vê karê ji xwe re kirine meslegek. Dema ku em wan însanan dinêrin, dibînin ku di wan însanan de valahîya manewîyatê heye, çîmkî Îslam dema ku tiştekî heram kiribe, vexwarina wî tiştê tenê heram nake, firotina wî tiştê jî heram dike.”

Oger di axavtina xwe de ragihand, dema ku ew li wan însanan dinhêrin, ji ber îqtîsadê dikevin nav wan rêya û dibên qey ew ê di demekî kin de dewlemend bibin.

“Dê û bavên zarokan lazim e ku bi perwerdehîyê ji zarokên xwe re şiûra qezenca helal û heramê bidin hînkirin”

Oger di dawîya axavtina xwe de weha got, “Hêjmarê mirovên ku tiryakê difroşên zêde bûye. Ev zêdebûnî jî ji me re nîşan dide ku bi tevî civakî zeafîyeta me heye. Ji ber vê yekê ez ji dê û bavan daxwaz dikim ku ji wan re van tiştan bibêjim; em di nav dinyayekî wisa de jîyan dikin ku ji însanan re qala qîmeta pere dike û nefehmkirina helal û heramîyê dike. Ji ber vê yekê lazim e ku ji zarokên xwe re qala hevaltî û derdora baş, qezenca helal û çi qas jî perê wî hindik be tema xebat û perê helal ji hemû tiştan xweşiktir e bikin. Lazime ku ji zarokên xwe re qala dema bê bikin. Êrê mirov dibe ku nav feqîrîyê da be, lê dema ku mirov di rêya helal de xebat bike ew ê Xwedê Teala dewlemendîyê bike nisîbê wî.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir