• DOLAR 32.378
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2325.61
  • ...
Rejima îşxalker 18 Filistînîyên ku di nav wan de zarok jî hene desteser kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî xeberên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, sîyonîstên îşxalker li bajarên Ramallah û Nablusê li gelek edresan êrîş kir. Di encama êrîşê de gelek kes hatin êsîrgirtin.

Rejima îşxalker, êrîş li Lîseya Deyr Nazzamêyê ku li bajara Ramallahê ye jî kir. Li dibistanê  çavên zarokên Filistînîyan jî girê dan û wan êsîr girtin.

Rejima îşxalker tim û tim li Şerîaya Rojhilat û Qudsê êrîşî malan dike, bi îddayên çeşît bi çeşît jî Filistînîyan êsîr digre.

Rejima îşxalker pirî caran seatên êvarê êrîş li mala dike, di encama êrîşan de mal û eşyayên Filistînîyan jî xira dike û zarok,pîrek û îxtîyaran jî ditirsîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir