• DOLAR 32.577
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2435.146
  • ...
Sîyonîstên îşxalker Filistînîyekî şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku mesele li çarrêya Etzîonê ku navenda cîhê Cihuyan e pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, ciwanekî Filistînî ji teref leşkerên rejima îşxalker ve bi beheneya bi kêrê teşebûsa çalakîyê hat şehîdkirin.

Hat îfadekirin ku Filistînîyê ku hatîye şehîdkirin, Falîh Musa Şakîr Ceradatê ku ji şênîyê qesebeya Sî’îrê ku girêdayê wîlayeta El-Xalîlê ye.

Piştî êrîşkirina li şehîd vîdeoyên êrîşê di medyaya civakî de hat belavkirin. Di vîdeoyê de hat dîtin ku şehîd piştî êrîşê ket xwarê û pêçîya xwe yê şehadetê rakirîye.

Ji teref mirovên derdorê ve hat gotin ku ciwanê Filistînî tu çalakîyek an jî teşebûsek nekirîye.

Leşkerên rejima îşxalker, pirî caran ciwanên Filistînê bi beheneya teşebûsa çalakîyê şehîd dike. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir