Li Behra Egeyê di mezinahîya 4,2yan de erdhej
Li gor agahîyên sîteya înternetê ya Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê, di Behra Egeyê ya hêla Yunanîstanê de di mezinahîya 4,2yan de erdhej pêk hat.
Hat destnîşankirin ku navenda erdhejê ji Yunanîstanê re 13,80 kîlometre, ji navçeya Gokçeadaya Çeneqeleyê re jî 114,11 kîlometre dûr e. (ÎLKHA)