• DOLAR 32.51
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2432.642
  • ...
Henîyye: Berxwedana Filistînê li ser pîyaye û ew ê tu car jî serî xwe netewîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Henîyye di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku HAMAS di warê prensîbên xwe de ripîrast li ser pîyaye û ew ê tu car jî serê xwe netewene û dû re daxwaz kir ku berxwedana  Filistînê belavê Xezzeyê û Şerîaya Rojhilat jî bike.

Henîyye îfade kir ku ew xebatên xwe yên li ser proxramekî sîyasî yê ku hemû Filistînîyan beşdarî bibin û li ser îttîfaqê bikin ve berdewam dikin, ew bi vê armancê ji bona ku Rêxistina Xelasîya Filistînê ji nû ve vesazî bikin, xebatan dikin.

Henîyye di berdewama axavtina xwe wisa  got , “Pêşanîyê me yê dinê jî azadkirina êsîran e. Di nav destê leşkerên Tûgayên Qessam de 4 leşkerên rejima îşxalker êsîr in. Muhtemeleke ku pêguherîyekî êsîran çêbibe, êsîrên ku ji Girtîgeha Gîlboayê bi Tinêla Azadîyê revîyan û cardin hatin qefaltin jî ew ê bibin perçeyekî vê pêguherînê. Berxwedana Filistînê, xwedîyê wî qewetê ye ku rejima îşxalker ji bona pêguherîyê êsîr bide qirardayîn.”  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir