• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Karkerên veguhastinê li Libnanê dest bi grêvê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêyên Libnanê, ji ber banga Konfederasyona Giştî ya Karkerên Libnanê û sendîqayan ku derheqê şertên jîyanê de gilîdar in ve hatin girtin.

Ji teref Wezaretê Karên Hindirê yê Libnanê ve hat destnîşankirin ku gelek rêyên Beyrudê, rêyên başûr û bakura welat di seatên serê sibê de hatin girtin.

Hêzên ewlehîyê jî li hember grêva karkeran, ji bona ku di trafîqê de tengasî çênebe ewlehîyekî mezin girtin.

Ji alîyê din ve jî xwendekar û xebatkarên karên dinê jî ji ber rêyên girtî neçûn dibistanê û cîhê karên xwe; ji ber vê yekê dibistan û sazîyên kamûyê hatin girtin.

Ji teref sendîqayan ve hat îfadekirin ku hikumet heta ji bo sektoran tiştek neke ew ê protestoyên xwe berdewam bikin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir